Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya xwendevanên Mexmûrê bi çoşek mezin di dome

14’emîn Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya xwendevanên dibistanên Mexmûrê di roja fînalê de bi çoşêk mezin didome.

Mexmûr - Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal  ji aliyê qada Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve tê li dar xistin. Îsal jî 14’ emîn mêhrîcana çand û werzîşê ya bi vekirina pêşangeha hunerê destan û gelek çalakiyên dinê rengîniya xwe nidan dide dûh bi pêşbaziyên werzîşî dom kirî îro jî di roja fînalê de bi coşek mezin dom dike.

Danê siharê xwendevanan li hewşa dibistana seretayî ya Nurî Dêrsimî dar çandin. Piştre xwendevanên dibistanên sereteyî, navîn û amadeyî bi awayek fermî bi cil û bergên xwe yên Kurdî û bi alên xwe berê xwe dan qada Navenda Çand û Hunera Mexmûrê. Despêkê mamosta Bêrîvan Kaya li ser wate û giringiya rojê axivî, paşê jî mêhrîcan bi komên dengbêjî yên di navbera dibistanan de dewam dike.

Piştî nivro jî mihrîcana 4’ê Nisanê bi pêşwaziyên werzîşî yên weke torbe, hêk, meşa mêrû, mast, pêşbirka zanistê û pêşbirka govendê ya di navbera dibîstanên seretayî de derkeve ser dikê û wê heta êvarî berdewam bike.

Pîşrtre jî wê encam bê diyarkirin û li gorî wê komên serkeftî bên xelatkirin.