Mîhrîcan jêhatiyên jinên başûrê Kurdistanê nîşan didin

Jinên ku beşdarî mîhrîcanên li Başûrê Kurdistanê dibin, jêhatiyên xwe yên di çand û hunerê de nîşan didin, di heman demê de bêtir beşdarî jiyana civakî dibin. Ew girîngiya mîhrîcanan di parastina mîrata çandî de tekez dikin.

Mîhrîcan jêhatiyên jinên başûrê Kurdistanê nîşan didin

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Jin beşdarên sereke yên mîhrîcanan in û bûne beşek girîng a afirandina giyanê wan. Bi taybet di mîhrîcanên Kurdî de, beşdariya jinan dikare bibe rêyek ji bo pêşandana hêz û kêrhatiyên jinên Kurd û parastina mîrasa çandî.

Pêşandana wêneyê Kurdî ji bo cîhanê

Dema medya wêneyên jinên Kurd bi cil û bergên neteweyî û bi serwerî belav dike, wêneyek qûdreta Kurdan nîşan dide. Mîhrîcan cihên ku jinên bajar, gund û her çar perçeyên Kurdistanê li hev kom dibin û ezmûnan li hev digerînin e. Her wiha, dema jin beşdarî mîhrîcanek dibin an jî berpirsên wê ne, ev peyamek xurt e ji bo civakê. Peyama “Jin dikarin bibin pêşeng û berpirsyar.” Ev yek dê baweriya wan jî xurt bike. Ji ber gelek jinên gund û bajarî hene ku cara yekem beşdarî mîhrîcanê  dibin, ev jî di jiyana wan de guherînek mezin çêdike.

Mihrîcanên ku jin bi cil û bergên Kurdî yên bedew beşdar dibin, bêtir bala geştiyarên biyanî dikşînin.

Jin beşdarên sereke yên mîhrîcanan in

Gulale ya ji bajarê Silêmaniya başûrê Kurdistanê ye, bi karên destan û xwarinê beşdarî mîhrîcanê bûye. Gulale wiha got: “Ez hem ji derveyî bajar hem jî di hundirê bajar de beşdarî mîhrîcanan bûme. Heta niha li mîhrîcanên Ehmed Awa, Xurmal, Helebce, Silêmanî û Çemcemalê amade bûm. Li ber qesrê, Parka Azadî û Hawarî Şar beşdar bûme. Ev mîhrîcan girîng in û hem jin li ser  piyên xwe radiwestin û hem jî ji malê derdikevin. Lê belê, jin hîn jî di hin civakan de rastî astengî û sînordarkirinên civakî tên. Ev dikare beşdariya wan di çalakiyên giştî de kêm bike. Ji ber vê divê mîhrîcan ji bo her kesî qadek aram, azad û guncaw peyda bikin. Ji bo ku jin bikaribin azad hêza xwe nîşan bidin.”

‘Ez û keça xwe bi hev re di xebitin’

Gulaleya ku bi keça xwe re dixebite û beşdarî mîhrîcanan dibe, da zanîn ku ev mîhrîcanek mezin e ku xelk beşdar bûne û wiha domand: “Ger mirov bi kêm razî nebin, bi zêdetir jî razî nabin. Em bi kom tên, ez li gel keçên xwe têm. Beşdariya jinan di mîhrîcanê de ne tenê mijarek taybet a jinan e, nîşana civakek vekirî û pêşkeftî ye jî. Her ku jin zêdetir di warên çandî û hunerî de dengê xwe bilind bikin, ewqas mîhrîcan jî dibin cihek ji bo hevbeşî, nîqaşkirin û naskirina hêza hemû beşên civakê.”

Gulale di dawiyê de bal kişand ser girîngiya mîhrîcanan û wiha got: “Piştgiriya beşdariya jinan a li mîhrîcanan, destekkirina huner, çand û afrîneriyê ye. Nabe ku jin tenê temaşevan bin. Divê rola sereke ya wan di rêveberî û avakirina van çalakiyan de hebin. Ji ber civakeke zindî, ew civak e ku dengê her kesî tê de tê bihîstin e.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.