Meşa ciwanan ya dirêj li cihê êrîşa 20`ê Cotmehê bi dawî bû
Meşa dirêj ku ji aliya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat li darxistin, îro bi dawî bû. Jinên Ciwan ku beşdarî meşê bûn diyar kirin ku ewê çalakiyên xwe yên li hember êrîş û dagirkeriyê bidomînin û bibin bersiv.
Kobanê - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên şoreşger di bin silogana "Emê di şopa heqîqetê de de biserkevin, ne êrîşên ezmanî ne çekên kîmyewî, tû hêz nikare hebuna me tûne bike" meşe dirêj li dijî gef û êrîşên dewleta tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li darxistin.
Meşê di roja yekemîn de ji gundê Têrî yê li Rojhilatê Kobanê destpê kir û li navçeya Şêranê rawestiya. Îro di roja duyemîn û ya dawî de meşê bi siloganên "Bê serok jiyan nabe, "bimre îxanet" û "berxwedan jiyan e" ji navçeya şêranê dest bi meşê kirin, ber bi Kobanê ve çû û li taxa Kobaniya Nû ku dewleta tirk di 20`ê Cotmehê de bi balefefireke bê mirov sivîl hedef girtin û di encamê de du ciwanan jiyana xwe ji dest dan, rawestiya.
Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat sekinandin, piştre li cihê ku hatibû bombebarankirin gul hatin danîn û find hatin pêxistin.
Paşê endama kordînesyona Kongreya Star Macîde Hesûn axaftin kir û wiha got: "Dewleta tirk dixweze di kesayeta ciwanên Kobanê de tola binketin û tunebûna DAIŞ`ê hilîne. Her wiha dixweze tirsê di nava gel de ava bike da ku deriyê koçberiyê veke. Lê em êdî jiyana koletiyê û koçberiyê qebûl nakin. Soza me jî ewe çawa me DAIŞ têk bir, emê dewleta tirk û hevkarên wê jî têk bibin."
Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Derwêş jî axivî. Ehmed soza tolhildana ji ciwanên ku di bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, da.
Ajansa me helwesta jinên ciwan yên ku beşdarî meşê bûn girt.
"Emê bibin bersiva êrîş û dagirkeriya dewleta tirk"
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Dîlber Yusif diyar kir ku wê çalakiyên wan yên şermezarkirina êrîşên dewleta tirk bidomin û wiha got: "Dewleta tirk bê navber êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi taybet li Kobanê jî du êrîşên hewayî pêk anî, li rex van êrîşên jî rêbaza şerê taybet jî bi kar tîne. Ji ber vê me weke Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ev meşa dirêj birêxstin kir ku em helwest û sekna xwe ya li hember dagirkeriyê nîşan bidin. Di van êrîşan de heval û ciwanên me jiyana xwe ji dest dan, ji lewra emê bi riya çalakiyên xwe bibin bersiva van êrîşan. Li ser vê bingehê çalakiyên me yên cur be cur hene ku wê di dema pêş de werin li darxistin."
"Emê bi hêza ciwanan tecrîd û êrîşan têk bibin"
Her wiha Dîndar Şêx Ebdî bal kişand ser tecrîda li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Em bi sedan ji ciwanên Kobanê îro bi hêrs û coşeke mezin li dijî êrîş û pilanên deweta tirk û hêzên hegemon dimeşin. Em tecrîda li ser rêber Apo şermezar dikin ku îroj hemû êrîş bi vê komployê ve girêdayî ne. Weke ciwan emê bi hêz û vîna xwe her tim li pey xeta rêber Apo bin, emê berxwedaniyeke mezin nîşan bidin da ku em rêberê xwe ji aliyê fîzîkî ve rizgar bikin. Em peyama xwe ji rêber Apo re dişînin ku weke ciwanên Kobanê, emê her tim li pey bîrdoziya tebin û emê tu carî li hember vê komplo û tecrîdê bê deng nemînin."
Meşa ku du rojan berdewam kir, bi diruşmên "şehîd namirin", " berxwedan jiyane" û "faşîzim Erdogan" bi dawî bû.
Li Helebê jî bi heman armancê ciwan meşiyan
Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê helebê bi armanca şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatî Sûriyê meşek girseyî di bin dirûşmeya “Werin cenga azadiyê” bi tevlîbûna bi sedana Ciwanên taxê û endamên sazî û dezgehên sivîl, li darxistin. meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku dikeve taxa Şêx Meqsûda xerbî despêkir li pêşiya Meclîsa Taxa Şerî dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star hatibû hildan. Piştî meşê ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Zekiye Mistafa ve daxuyanî hat xwendin
Daxuyanî wiha bû: “Şerê Rojhilata Navîn her diçe kor dibe û bi xwe re pêşketinên dîrokî tîne, di nava pêvajoyeke wisa de rola gelê kurd û Kurdistanê gelek girînge. Gelê kurd û tevgera azadiyê di vê pêvajoyê de rola pêşentiyê dilîze. Pêngava Bazê Zagorsê û Cenga Xabûrê bi awayekî pir dijwar didome, şerê ku li çiyayên azad tê meşandin 6 mehên xwe derbas kiriye, gerîleyên azadiyê 6 mehe berxwedaniya dîrokî nîşan didin. Artêşa tirk a dagirker bi hemû cûreyên şer û dervî pîvanên şer êrîşî çiyayên azad dike. Bi balafirên keşfê gazên kîmawî roj bi roj li hember gerîla êrîşan pêk tîne. Ne bi tenê artêşa tirk a dagirker di heman demê de pêşmergeyên PDK’ê jî di nava vî şerî de cihê xwe digirin. Ruxmî ku hemû bangawaziyên gelê kurd û tevgera azadiyê jî PDK taybetî jî mala Berzanî ji bo tunekirina gerîla ketine nava vî şerê qirêj. Di vî şerî de rola gelê kurd pir girînge, gelê kurd û dostên xwe jî ji bo vî şerî pêwîste helwesteke xurt nîşan bidin. Gefên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatî Sûriyê heta vê kêliyê dewam dike. Em weke ciwnên Rêber Apo, bi taybet ciwanên bajarê Helebê soz didin ku 24 seat li hember dagirkerî û îxanetê tekoşîn bikin. Li ku derê çi were xwestin em amade ne. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina rûmeta xwe li dijî dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê.”
Meş bi dirûşmeya “Bimre dagirkerî” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.”