Meşa 8’ê Adarê li Wanê hat qedexekirin!

Waliyê Wanê ji bo meşa jinan a 8’ê Adarê ku dihat payîn bi şevê despêbike qedexe danî.

Navenda Nûçeyan – Meşa jinan a bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê hatiba lidarxistin ji aliyê Waliyê Wanê ve hat qedexe kirin.

Destnîşana li ser navê Platforma Jinên Wanê parêzer Ebru Demirtepe, Şeyma Şen û Dîlan Kunt Ayan ji bo meşa 8’ê Adarê hatî şandin ji aliyê Waliyê Wanê ve hat redkirin. Di bersiva Walîtiyê de gotinên weke “guncaw nehat dîtin” cîh girtine.