Mêrên Kobanê bi boneya 8’ê Adarê meşiyan
Bi boneya 8'ê Adarê Roja jinên cîhanê mêrên Kobanê bi diruşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e", bi meşeke girseyî piştgirî dan jinan.
Kobanê- Ji bo guhertin û veguhertinê mêrên Kobanê bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e", daketin qadan û meşiyan. Meş bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bi rêxistinkirin. Bi sedan mêrên ji Kobanê beşdarî meşê bûn. Di meşê de poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Hêzên ewlekariya hundirîn hatin hildan. Meş ji qada jin azad destpêkir û li qada aşitiyê bi dawî bû. Dema meşevan gihîştin qadê, jinan ew pêşwazî kirin. Mêrên ku beşdarî meşê bûne nêrînên xwe bi ajansa me re parvekirin.
“Herdu zayend wê bi hev re hişmendiyê bidin guhertin”
Ji rêveberiyê Zanîngeha Kobanê Abdurehman Demir balkişand ser meşa îro û wiha domand: "Bi boneya Roja Jinên Cîhanê îro em mêrên ji Kobanê dimeşin. Roja 8'ê Adarê ji bo me cihekî xwe yê girîng heye ku em wek mêr bi hişmendiya xwe ya kevneşop tevdigerin. Divê em wek mêr xwedî li vê rojê derkevin û bi jinan re bibin yek. Dewleta tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê hîna wê hişmendiya şovenîst li ser jinan dide meşandin. Wek komkujiya gundê Helincê ku Rêveberên Kongreya Star Zerhra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne Mihemed Wêysî di encama komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî her du jinên ji pêkhateyên Ereb Hind û Seda ku li milê Şedadê hatin qetilkirin. Em piştgirî didin Roja Jinên Cîhanê û em ê mil bi mil li rex jinan bin da ku em bikaribin hişmendiya mêrên serdest bidin guhertin."
“Em vê rojê li tevahî jinan pîroz dikin”
Hevserokê Şaredariya bajarokê Sirînê Mistefa Mislim jî Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha gotinê xwe anî ziman: "Em wek mêrên ji bajarokê Sirînê wek pêkhateyên ereb me jî cihê xwe di nava vê meşê de girt. Em bi vê rojê bawerin, beşdarbûna me di nava vê meşê de û yekîtiya me bi jinan re, em bi hev re mafê jinan biparêzin. Jinan hebûna xwe li ser rûyê erdê da diyarkirin, îroj jin cihê xwe di nava hemû qadên jiyanê de digtin wek leşgerî, siyasî, aborî û hunerî. Komkujiyên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tên kirin dide diyarkirin ku kîna dewletê li hemberî jinan geleke. Çawa ku em herdû zayend bi hev re me cihê xwe di nava mewziyên xwe yê şer de girtin, em jî îroj li rex jinanin da ku em bi hevre mafên xwe bidest bixin."
Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.