Mêrê êrîşkar Elî Alataş ê 2 jin qetilkir hat girtin

Mêrê êrîşkar Elî Alataş ê Gulcan Kilinç a hev berdabûn û dayika wê Gulîzar Kilinç bi çekê qetil kir û paşê jî ji cihê bûyerê reviya, piştî demekê xebatên lêgerînê hat girtin.

 
Antalya - Li taxa Yenî ya ser bi Kumluca ya Antalyayê mêrê kujer ê bi navê Elî Alataş, bi çekê êrişî Gulcan Kilinç a ku hev berdabûn û dayika wê Gulîzar Kilinç kir û her du qetil kirin, paşê jî ji cihê bûyerê reviya. 
Ekîbên tenduristiyê yên li ser agahiya derdorê dayî hatin cihe bûyer, dan zanîn ku Gulîzar Kilinç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ye. Gulcan Kilinç a bi giranî birîndar bibû jî, di dema rakirin nexweşxaneyê de, di ambulansê de jiyana xwe ji dest da. 
Piştî xebatên lêgerînê qatîl hat binçavkirin û wî birîn Miduriyeta Polîsan.