Meclisa Malbatên Şehîdan qetikirina Îda û Aya şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê qetilkirina zarokên bi navê Îda El-Seîdo ya 13 salî û Aya Mihemed a 15 salî ku ji aliye malbatên xwe ve hatin qetilkirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Qamişlo- Di 30’ê Hezîranê de zaroka bi navê Îda El-Seîdo ya 13 salî bi destê malbata xwe bi awayekî wehşî hat qetilkirin û di heman demê de zaroka bi navê Aya Mihemed a 15 salî ji aliyê malbatên xwe ve hat qetilkirin. Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek qetilkirina her du zarokan şermezar kirin. Her wiha bi dehan jin beşdarî daxuyaniyê bûn û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hildabûn.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyîd ve hat xwendin wiha bû: "Sûcê giran ku der heqê Îda û Aya de hat kirin, sûcekî li dijî hemû jin û mirovahiyê ye. Ji aliyê bira û malbata xwe ve yên ku baweriya xwe dabû wan ve hat qetilkirin. Her ku jinek li dora me tê qetilkirin, em hemû pê diêşin û dimrin. Her roj ji hêla mirovên herî nêz û cihên herî ewledar ve jin tên kuştin. Bêdengiya li ser van sûcên hovane, bêdengiya li hemberî rastiyê ye û wekî xiyaneta li ser giyanê hemû jinan tê hesibandin. Em wekî Jinên Meclisa Malbatên Şehîdan, van tawanên hovane li dijî jinan li hemû civakan şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mirovî û navneteweyeyî dikin ku berpirsên van tawanan bipirsin û li hember tundiya li ser jinan têbikoşin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.