Meclisa Îştar der barê girtina sê siyasetmedarên RJAK’ê de daxuyanî da

Meclisa Îştarê ya Mexmûrê der barê 3 siyasetmedarên RJAK’ê yên dema ji Şengalê vedigeriyan di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin û hê agahî ji wan nayê girtin de daxuyaniyeke nivîskî da.

 Mexmûr-  Meclisa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê girêdayî girtina sê siyasetmedarên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) ê yên bi boneya salvegera fermanê çûbûn Şengalê û dema vedigeriyan di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayişa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ê ve hatin girtin û heta niha jî agahî ji wan nayê girtin de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Em di sedsaleke ku jin bi têkoşîna xwe, xwe digihîjînin xwedî hêza hebûna xwe dijîn. Bi fikr û ramanên Rêber Apo ku azadiya jinan dike bingeha jiyanê û li  ser vê esasê deriyên azadiyê ji jinan re vedike, riya zanist û mîsogerkirina hebûnê nîşan dide; jinên Kurd di nav hemû qadên jiyanê de bûne xwedî dîrokek têkoşînê ya ku di sedsala 21’emîn de bi dirûşma ‘wê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiyê’ dimeşin, riya xwe dibînin û têkoşîna xwe bilindtir dikin. Em dizanin ku pergala baviksalarî ya ku hebûna xwe li ser tunekirin, qirkirina jinan dibîne weke erkê xwe yê mîsogerkirina pergala xwe êrîşên xwe yên li ser jinan her tim berdewam kiriye. Lê ruxmê hemu êrîşên pergala baviksalariyê, jin bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bûne xwedî hêzeke mezin. Di sedsala 21’emîn a de, ev rastî hîn şênbertir derdikeve holê. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo  got ‘sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiya jinan.’ Li ser vê bingehê bi pêşengiya jinan şoreşa çandî û civakî jî roj bi roj tê avakirin, têkoşîna azadiya civakan bilindtir dibe. Pergala baviksalarî û hişmendiya wê ya desthilatdariyê ya ku vê rastiyê dibîne ji bo tepisandina vê têkoşînê êrîşên cur be cur li hemberî jinan pêk tîne. Îro polîtîkayên tunekirinê, taciz, tecawiz û kuştinê yên bi taybetî jî li her çar aliyên Kurdistanê ji aliyê hişmendiya zilam-dewletê ve li ser jinan tê pêkanîn girêdayî vê rastiya şênber a tê jiyîn e. Êv êrîş, ji rêzê nîn in, êrîşên polîtîk û bîrdozî yên li ser hebûn û têkoşîna jinên azadîxwaz û di şexsê wan de li ser civaka azadîxwaz pêk tên.”
Bûyerên revandina jinan bûyerên polîtîk in
Meclisa Îştarê ya Mexmûrê bi bîr xist ku divê tavilê her sê endamên RJAK’ê werin berdan û daxiyanî wiha bi dawî bû: “Wekî tê zanîn piştî çalakiya bîranîna fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, rêveberên RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî û dîsa endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin û heya niha jî tu agahî der barê her sê endamên RJAK’ê de nehatiye girtin. Heya niha jî tu agahî der barê jiyan û rewşa her sê jinan de tune ye. Ev pêkanînên PDK’ê yên li hemberî jinên azadîxwaz pêk tîne, ji siyaset û polîtîkayên dewleta tirk ên ku li ser jinên Kurd û azadîxwaz kuştin, tecawiz, tunekirinê ferz dike ne dûr in û cuda nîn in. Ev hemû di bingeha konsepta êrîşên li ser azadîxwaziya jinan û di şexsê jinan de li ser tevahî civakê tên pêkanîn. Lewre careke din em tînin ziman ku ev bûyerên revandina jinan bûyerên polîtîk in. Divê PDK vê yekê baş bizanibe ku ji jiyan û rewşa her sê jinan jî berpirsyar e. Ji ber vê yekê divê demildest her sê jinên endamên RJAK’ê serbest werin berdan.”