Mary Mohammadî Xelata Weqfa Stefan girt

Mary Mihemedî ya ku xelata salane ya Weqfa Stefan girt, diyarî hemû jinên li Îranê zilmê dibînin kir.

Mary Mohammadî Xelata Weqfa Stefan girt

Navenda Nûçeyan- Aktîvîs Mary Mihemedî Xelata Weqfa Stefan a ku ji bo Xirîstiyanên li Elmanyayê zilmê dibînin dide girt.

Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, beriya ku ji Îranê derkeve, ji ber çalakiyên xwe yên di xwepêşandanên Mijdara 2019’an û xistina balafira Ukraynayê de hat girtin û di girtîgeha Karçakê de hat girtin her wiha ji çalakiyên civakî yên wekî çûyîna zanîngehê û berdewamkirina xwendina xwe jî bêpar hat hiştin.

Weqfa Stefan a li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê piştgirî dide Xirîstiyanên ku ji ber baweriya xwe zilm dibînin.

Di daxuyaniya Weqfa Stefan de hat diyarkirin ji bo wêrekiya Mary Mihemed a ji bo nûçekirina rewşa xirîstiyanên li Îranê olên xwe diguherînin û binpêkirina mafan, xelata cesaret û fedakariyê hatiye dayîn