Mamostayên Reqayê bi boneya Roja Zimanê Kurdî daxuyanî dan
Mamostayên Reqayê li ber Navenda Komîteya Perwerdê ya bajêr bi minasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û diyar kirin ku ziman nasnameya gela ne.

Reqa - Bi boneya Roja Cejna Zimanê Kurdî, Komîta Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê û Mamosteyan li ber navenda Komîteya Perwerdê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê Xedîce Îbrahîm ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê kurdî yek ji zimanên herî kevnare yê Mezopotamyayê ye û Daxuyanî wiha dom kir: “Parastina zimanê zikmakî û fêrbûna wê mafê her kesî ye, ji ber ku ziman bingeha hebûn û nasnameya gelan e, ji ber vê yekê divê gelê Kurd zimanê xwe biparêze û ji bo pêşketina zimanê xwe bixebite.”