Malbatên windayan li Kobanê: Bila aqûbeta zarokên me aşkerekin

Malbatên nemiran, girtiyan û windayan li bajarê Kobanê bang li civaka navneteweyî û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kirin ku aqûbeta zarokên wan ên winda eşkere bikin, girtiyan berdin û cenazeyên nemiran radest bikin.

Kobanê – Tevî peyman û lihevkirinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatine îmzekirin jî, cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam bi berdewamî van peymanan binpê dikin. Ev yek bûye sedema windakirina hejmareke mezin ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinan, di demekê de ku ti agahiyên piştrastkirî li ser çarenûsa wan, bi tevahî tune ne.

Li herêma Rojava di demên dawî de bertekên niştecihên herêmê derbarê mijara winda û girtiyan de zêde bûne. Niştecihên gelek bajaran daxwazên xwe ji bo eşkerekirina çarenûsa xizmên xwe anîn ziman. Li bajarê Kobanê ya kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên nemiran, winda û girtiyan îro daxuyaniyek dan û daxwaza eşkerekirina çarenûsa zarokên xwe yên ku agahî ji wan nayê girtin kirin. Malbatan tekez kirin ku nebûna agahiyên fermî, êşa malbatan zêde dike û rewşa fikar û nezelaliyê kûrtir dike.

‘Ev êrîş, ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kir û gihîşt cihên din’

Di destpêka daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Hikûmeta demkî, ligel komên çekdar ên xwe, bi piştgiriya leşkerî û ewlehiyê ya rasterast a ji hin hêzên herêmî û li hember bêdengî û hevkariya hin hêzên navneteweyî yên ku di dosyaya Sûriyeyê de çalak in, êrîşek li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin. Malbatan got “Ev êrîş, ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kir û gihîşt deverên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Binpêkirinên li dijî herêmê

Malbatan diyar kir ku hikûmeta demkî ya li Şamê hemû peymanên di navbera xwe û Rêveberiya Xweser de paşguh kiriye û êrîşa xayîn a ku wê dest pê kiriye, ewlehî û aramiya li herêmên me xera kiriye. Malbatan got ku bi rêya binpêkirinên li dijî gelê herêmê hatine kirin, di nav de kuştin, perçekirina cenazeyên şehîdan, komkujî, talan û dizî li ser bingeha nasnameya çandî, siyasî û olî, di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de kûrtir kiriye.

‘Hikûmeta Demkî peymanan binpê dike’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Alîgirên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî, heta piştî rawestandina operasyonên leşkerî yên di navber wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de jî, bi rêya berdewamiya girtinên kêfî, eşkerenekirina çarenûsa winda û girtiyan û redkirina radestkirina cenazeyên şehîdan, bi awayekî eşkere binpêkirina hemû peyman û normên mirovî û civakî yên navneteweyî, peymanan binpê kirine.”

‘Bila girtiyan serbest berdin’

Di daxuyaniyê de malbatên nemiran, girtiyan û kesên winda daxwaz kirin ku hikûmeta demkî ya li Şamê çarenûsa zarokên wan eşkere bike û bi vê bangê dawî li daxuyaniya xwe anîn: “Em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku destwerdanê bikin û zextê li hikûmeta demkî bikin da ku girtiyan serbest berde, cihê windayan eşkere bike û cenazeyên şehîdan radest bike.”