Malbatan daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
Di çalakiya “Nobeda Edaletê” ya xizmên girtiyan de bertek nîşanî bernedana girtiyên nexweş hat dayîn û bang li wezîrê edaletê û partiyên siyasî hat kirin ku erkên dikevin ser milê wan pêk bînin.

Amed – Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya xizmên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê dane destpêkirin di roja 350’an de berdewam dike. Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî û diyar kir ku wan gelek caran ji bo girtiyên nexweş bên berdan bang li partiyên siyasî kirine û heta niha daxwaza wan bi cih neanîne.
Bang li wezîrê edaletê û partiyên siyasî hat kirin
Herdem Merwanî bi bîr xist ku gelek girtî bi veşartî tên berdan lê belê girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: “Li benda vebûna meclisê bûn lê ev mehek e meclis vebûye jî rewşa girtiyên nexweş neketiya rojevê. Ruxmê ku raporên ‘Rewşa girtiyan xirab e û nikarin di girtîgehê de bimînin’ jî dane gelekan wan bernadin û tedawiya wan nayê kirin. Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan. Divê wezîrê edaletê girtiyên siyasî berde û partiyên siyasî erka ku dikeve ser milên wan pêk bînin.”
Çalakiya xizmên girtiyan bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Heq, hiqûq, edalet’ bi dawî bû.