Malbata Şenyaşar: Necezakirin rê li ber komkujiyên nû vedike

Malbata Şenyaşar a çalakiya Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê didomîne bal kişand ser teqîna ku li Bartînê pêk hat û got, “Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike. Ev ne qeza lê cînayet e. Heq, hiqûq, edalet.”

Riha -  Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 587’emîn de didome. Ji ber dawiya heftê bû malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta edaletê domand.

Malbatê li ser karesata madenê ya li navçeya Amasra Bartînê ku 41 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got:  “Gelek tişt hene ku divê bên gotin. Hemû kes baş bi bûyerê dizane. Li holê sûcekî li dijî mirovahiyê heye û ev sûc 4 sal in ji raya giştî tê veşartin. Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike. Ev ne qeza lê cînayet e. Heq, hiqûq, edalet.”