Navenda Nûçeyan – Makbule Ozer a 81 salî ku di 9'ê Gulana 2022'yan de li navçeya Artemêtê ya Wanê bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û hatibû girtin. Di 7'ê Îlona 2022'yan de piştî ku cezayê wê hatibû taloqkirin hatibû berdan. Makbule Ozer piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya dibêje ‘dikare li girtîgehê bimîne’ carek din hat girtin.
Makbule Ozer a diçû Edliya Wanê li vê derê hat binçavkirin. Paşê Makbule Ozer şandin girtîgehê.




