Makbule Berktaş a tevahî temenê xwe dayî têkoşînê jiyana xwe ji dest da
Avakara Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û parêzvana mafê mirovan Makbule Berktaş a heta dawiya emrê xwe ji bo edaletê têkoşiya bi derbaskirina qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Avakara Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, parêzvana mafê mirovan Makbule Berktaş a heta dawiya emrê xwe ji bo edaletê têkoşiya bi derbaskirina qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Makbuleyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Yuregirê. Ew ê saet di 13.00'ê de li Goristana Buruk a Edeneyê Makbuleyê bê oxirkirin.