Mahbobe Meysaghian ket girtîgehê

Welatiya bi eslê xwe Behayî Mahbobe Meysaghian ku li Yezdê dijî, hat girtin û şandin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan - Li gorî çavkaniyên mafên mirovan ên Îranê, welatiya bi eslê xwe Yezda Behayî Mahbobe Meysaghian hat girtin û şandin Girtîgeha Yezdê.

Hat hînbûn ku der barê Mahbobe Meysaghian de 8 meh cezayê girtîgehê heye û di dosyaya ku beriya niha hatibû girtin de bi kefalet hatiye berdan. Di heman demê de tê ragihandin ku daxwaza hepsa malê jî hatiye redkirin.

Di nava agahiyên hatine bidestxistin de cih digre ku Mahbobe Meysaghian a ku tê diyarkirin xwedî baweriya Behayî ye bi sûcdariya “endamtiya komên dijberên Komara Îslamî ya Îranê” 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.