Li Zîvala Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe
Di êrişa Îsraîlê ya ku li dijî kesên ewlehiya alîkariya mirovî digrin û malan de 27 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî NY’yê hejmara zarokên ji ber kêmxawriniyê di bin tedawiyê de ne 4 hezaran zêdetir bûye.
Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve êrişên xwe li ser Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Ji heremê her roj agahiyên qetlîamê tên, di êrişan de jin û zarok dibin hedef.
Di êrişa artêşa Îsraîlê ya li rojavayê bajarên Refah û Xan Yûnisê yên li başûrê Zîvala Xezayê li dijî kesên ku ewlekariya kamyonên alîkariya mirovî digirtin de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 30 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyan eşkere kirin ku di êrişa li ser mala malbata El-Lawh a ku koçberên ji malbata Hebbaş tê de dijîn li rojavayê Kampa Nuseyratê 15 Filistînî mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûn
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Sivîl a Xezayê hat diyarkirin ku Îsraîlê li ser Kolana Bahr a Refahê û Taxa Nasrê ya Mevasiyê, 2 êrişên cuda kirine û kesên ku di êrişan da jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn rakirine nexweşxaneyan. Hat destnîşankirin ku di êrişa Îsraîlê ya li qatên jor ên apartmaneke li Kolana Cela ya Xezayê li dar xist de 7 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek Filistîniyên ku zarok jî di nav de bûn birîndar bûn.
Hejmara zarokên tên dermankirin 4 hezar derbas kir
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Xezayê ji 346 hezar zarokên di bin 5 salî de 151 hezar ji ber kêmxwariniyê hatine dermankirin û ji Tîrmehê ve heta niha her meh hejmara zarokên ku ji ber kêmxwariniyê tên dermankirin, ji 4 hezarî derbas bûye.