Li Zahîdanê 2 jê pitik 11 zarok hatin qetilkirin
Di êrîşên ku di 30’ê Îlonê de li Zahîdana navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi navê “Îna bi xwîn” û piştî wê hatin jiyîn de 2 jê pitik 11 zarok hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Bîlançoya komkujiya ku li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê pêk hat hêdî hêdî derdikeve holê. Hêzên rejîma Îranê ku êrîşî çalakiya ku 30’ê Îlonê roja Înê li Zahîdana navenda parêzgehê hat lidarxistin kir komkujî pêk anî û ev komkujî di her çalakiya şermezarkirine de jî berdewam kir.
Koma Kampanyaya Çalakgerên Baluç îstatîstîkên der barê êrîşên bi navê “Îna bi xwîn” tê binavkirin, eşkere kir. Lê belê, ev îstatîstîka hat weşandin tenê der barê zarokan de ye. Li gorî koma kampanyayê li Zahîdanê ji 30’ê Îlonê û vir ve 2 jê pitik 11 zarok hatine qetilkirin.
Nasnameyên zarokên hatine qetilkirin ev in:
Li gorî rapora çalakvanên Belûç, navê van zarokan wek Mîreshkar (2), Javad Posheh (12), Jaber Shirouzahî (12), Mihemed Rakhshanî (12), Omîd Saranî (13), Sedîs Keşanî (14), Uzirullah Kebdanî (14) û Mihemed Îqbal Shahnavazî (16) hat ragihandin. Hate diyarkirin ku Salleh (16), Yaser Shahuzahî (16), Omîd Safarzahî (17) û Javad Posheh (17) rasterast ji aliyê hêzên ewlekarî û leşkerî ve hatine kuştin. Her wiha agahî hat parvekirin ku 5 ciwanên 18 salî yên bi navê Mûsa Anîshî, Mûsa Doîra, Mehmûd Brahûî, Mihemed Elî Gumshadzehî, Mateen Qanbarzahî û ciwanê bi navê Amirhossein Parnian ê 19 salî hat qetilkirin.
Rejîma Îranê, 30’ê Îlonê roja Înê li Zahîdanê piştî nimêja înê êrîşî mizgeftan kiribû. Li Mizgefta Mekeyê di beşa jinan de jinek di encama xeniqandin ji ber gazê jiyana xwe ji dest dabû; di êrîşan de zêdeyî 80 kes bi çekan hatibûn qetilkirin û zêdeyî 300 kes jî birîndar bûn. Tenê ji mizgeftekê 23 kapsûla bombeya rondikbarîner derketibûn.