Li Yemenê krîza mirovî giran dibe: Di êrîşa Hûsiyan a li ser Maribê de sê zarok hatin kuştin

Li Yemenê rewşa mirovî roj bi roj xirabtir dibe. Milîsên Hûsî tevî hişyariyan jî êrîşên xwe yên li ser kampên koçber û cihên niştecihbûnê didomînin; di êrîşa dawî ya li bajarê Maribê de sê zarok hatin kuştin û şeş sivîl jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê rewşa mirovî her diçe kambaxtir dibe. Ji ber vê yekê hişyariyên der barê xirabûna rewşa mirovî de jî zêde dibin. Di demên dawî de tevî pêla koçberiyê ya berfireh jî milîsên Hûsî bi berdewamî cihên niştecihbûnê bombebaran dikin û di encamê de sivîl, bi taybetî jin û zarok dibin hedefên van êrîşan.

Li Maribê komkujiyeke nû

Duh milîsên Hûsiyan li bajarê Maribê yê li bakurê rojhilatê Yemenê, komkujiyeke din pêk anîn û koçber bûn armanc. Di êrîşê de sê zarok hatin kuştin û şeş sivîlên din ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, birîndar bûn.

Çavkaniyên tenduristiyê yên Yemenê ragihandin ku di bombebarana Hûsiyan de keça ciwan Rabaa Fahd Abdo ya 16 salî, Saud Fadil Abdo Ehmed El-Sufiyê 8 salî û Şadî Fadil Abdo Ehmed El-Sufiyê 8 mehî jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî windahiyên canî, di encama êrîşê de gelek alav û milk hatin wêrankirin û şeş sivîlên din jî birîndar bûn.

Êrîşên li ser kampên penaberan didomin

Li gorî agahiyên Yekîneya Rêveber a Rêveberiya Kampên Penaberan a li bajêr, ev bombebaran kêmtir ji 48 demjimêran piştî êrîşa Hûsiyan a li ser kombûneke koçberan a li herêma Raxwanê ya bakurê Maribê pêk hat. Di wê êrîşê de jî du zarok hatibûn kuştin û 15 kes, ku heşt ji wan zarok bûn, birîndar bûbûn.

Di daxuyaniyekê de ku piştî bûyera destpêkê hat weşandin, Yekîneya Rêveberiyê da xuyakirin ku bombebaranê zirareke mezin daye mal û milkên koçberan û bi qasî 16 stargeh wêran kirine. Ev yek bû sedem ku 23 malbat mal û milkên xwe yên bingehîn winda bikin û sê wesayîd jî zirarê bibînin. Yekîneyê ev hedefgirtina sivîl, koçber û kampên penaberan wekî binpękirineke eşkere ya yasaya mirovî ya navneteweyî nîşan da.

Banga alîkariya lezgîn

Di dawiya daxuyaniyê de Yekîneya Rêveberiyê banga lênêrîna bijîşkî ya lezgîn ji bo birîndaran, piştgiriya psîkolojîk û civakî ji bo zarok û malbatên bi bandor bûne her wiha banga dabînkirina stargeh û xaniyan bi rengekî lezgîn ji bo wan malbatên ku malên xwe winda kirine, kir