Li xwe mikur hat ku perwerde daye tabûra DAIŞ'ê
Jineke ji DYE’ê li xwe mikur hat ku li Sûriyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê tabûrek bi tevahî ji jinan pêk tê perwerde kiriye.

Navenda Nûçeyan - Allison Fluke-Ekren ya Emerîkî li xwe mikur hat ku piştgirî dide DAIŞ’ê û qebûl kir ku zêdetirî 100 jin û keç perwerde kiriye.
The New York Times, nivîsand ku jina serkirdeya DAIŞ’ê di sala 2011’an de ji DYA’yê derket û beriya Sûriyeyê li Lîbyayê tevlî komeke çete bû. Di heman demê de Fluke-Ekren ya 42 salî ku xwendekar berê ya biyolojiyê ye û mamosteyek e, piştî ku li Misir û Tirkiyeyê jiyan kir, ji bo tevlî DAIŞ'ê bibe çû Sûriyeyê û li Reqayê tabûra Khatiba Nusaybahaya ku tevayî ji jinan pêktê bi rê ve bir.
Erka wê jin û zarokan fêrî bikaranîna çekê kirin bû
Li gorî rayedaran, erka sereke ya Allison Fluke-Ekren, jin û zarokan fêrî bikaranîna wek tivinga AK-47, bombeyan destan, elekên xwekujiyê û cekên cûrbe cûr bû. Jina li Virginiayê derket pêşberî dadger qebûl kir ku ew koma ku tevahiya wê ji jinan pêkte perwerde kiriye, lê îdia kir ku qet hewl nedaye zarokan perwerde bike. Tê payîn ku hin jinên ku perwerde kiriye di danişîna cezayê de di elenîya wê de şahidî bikin. Di heman demê de Allison Fluke-Ekre ku li xwe mikur hat zanîngeh û navendek danûstendinê jî dinav de li ser Dewletên Yekbûyî planên êrîşê tê nîqaş kirin, herî kêm bi 20 sal cezayê girtîgehê re rû bi rû re.
Werger: JINHA