Li Xezayê yekem kafeya jinan hat vekirin

Yekem kafeya jinan ku xebatkarên wê jî hemû jinin li Xezayê hat vekirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Li Xezayê yekem kafeya jinan hat vekirin. Xebatkarên wê hemû jin in.

"Yek ji armancên projeyê peydakirina derfeta kar ji bo keçan e"

Rêveberê kafeya jinan Ala Ebû Sabit diyar kir ku fikra vekirina projeyê hat ku ji jin re cîhek ewle û rehet be û wan ji destdirêjî û nêzîkatiyên mêran dûr bixe û wiha got: "Peydakirina komek ji xebatkarên jin zehmet bû, lê me biryar da ku normê bişkînin û me keçên têkoşer ên ku hewl didin rewşa xwe ya abotî baştir bikin û debara xwe û malbata xwe bikin hilbijart. Yek ji armancên projeyê peydakirina derfeta kar ji bo keçan e. Jinên Fîlîstînî her tim berhemdar in."

"Jin di her alî de afirîner in"

Yek ji zibûnên kafeyê Fatin Herib wiha got: "Min ji fikira projeyê hez kir. Ev der ji bo valakirina psîkolojîk tê hesibandin, nemaze ji ber ku proje hin amûrên ne kevneşopî dihewîne ku ji hêla psîkolojîk ve piştgirî dide jinan. Jinên Fîlîstînî ji ber vê rewşa şer, dorpêç û pirsgirêkên malbatî, hewcedarê cîhên weha ne. Hebûna komek ku tenê ji xebatkarên jin pêk tê nîşan dide ku jin di her alî de afirîner in. Ez ji keçan daxwaz dikim ku astengiya xebata xwe ya kevneşopî bişkînin."

"Armanca xebata min ew e ku dahata xwe baştir bikim"

Yek ji xebatkarên projeyê Amna El-Hayik anî ziman ku ew ji hunerên xwarinçêkirinê mezûn bû ji ber ku ew di bazara kar de taybetmendiya herî daxwazkirî ye û wiha pê de çû: "Armanca xebata min ew e ku dahata xwe baştir bikim û vegerek darayî peyda bikim ku barê xirabûna rewşa aborî sivik bike."

"Divê jin û keç bendên tirs û xofê bişkînin û bikevin qadên xebatê"

Yek ji xebatkarên kafeyê Fatima Mesûd anî ziman ku ew derçûyê Koleja Hemşîretiyê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema ku min ragihandina hewcedariya projeyê bi xebatkarên jin dît, min zû navê xwe qeyd kir û min ji ramana projeyê hez kir, nemaze ku xebatkar hemû jin in. Her çend ez bi çend rexneyên malbata xwe re rû bi rû bûm ku ev kar herî zêde mêr dikin, min karî wan îqna bikim. Divê jin û keç bendên tirs û xofê bişkînin û bikevin qadên xebatê."