Navenda Nûçeyan – Li Xezayê, sînordarkirinên Îsraîlê ya li ser dabînkirina alîkarî û stargehê û binpêkirinên li qadê, rewşa mirovî bi awayekî cidî xirabtir dike. .
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), tevî sînordarkirinan jî xebatên xwe didomîne û destnîşan dike ku parastina xebatkarên mirovî û tesîsên ji bo xizmetên bingehîn, alîkariya yekem, perwerde û piştgiriya xurekê krîtîk in.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe
Îro danê sihare li Xan Yûnis a başûrê Xezayê, ji ber êrîşa drona Îsraîlê sivîlek hat qetilkirin û hinek kes jî birîndar bûn. Ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hejmara kesên ji ber pevçûnên Îsraîl-Hemasê jiyana xwe ji dest dan bû 72 hezar û 73 kes û 171 hezar û 756 kes jî birîndar bûn.
Binpêkirinên rojane, tevî qonaxa duyemîn a agirbestê jî didomînin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku ji 11’ê Cotmeha 2025’an û vir ve 615 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 658 jî birîndarbûn.
Konên penaberan di bine avê de man
Konên penaberan a li deverên cuda yên Xezayê, ji ber barana zêde û hewaya dijwar di bin avê de ma anjî hilweşiya. Bi sedan malbatan, banga alîkariya lezgîn kirin.
Xebatên ji nû ve avakirinê, ji ber astengkirina Îsraîlê ya ketina kon û malên veguhêzbar pêşnakeve. UNRWA’yê, radigihîne ku nêzî sêyan yekê nifûsê di konan de dijîn û ger malên veguhêzbar neyên peyda kirin wê şert û mercên jiyanê dê xirabtir bibin.
Pêdiviyên mirovî yên krîtîk
Li Xezayê gihîştina xizmetên bingehîn hêj bi awayekî cidî sînordar e û şert û mercên ewlehiyê nebaş in. Nebûna xurek, av û dermanan di asta mezin de ye û gihandina alîkariyan a bi rêkûpêk pir girîng e.
Rêxistinên civakî yên Filistînî, radigihînin ku bi hezaran malbat hêj di konên hilweşiyayî an jî li derve û xaniyên veguhêzbar nayên teslîm kirin. Ev yek jiyana mirovên koçber girantir dike û qeyrana mirovî kûrtir dike.




