Li Xezayê tevî agirbestê jî binpêkirin didomin
Li Xezayê tevî peymana agirbestê jî, hêzên Îsraîlê bombebaran û hilweşandina malên sivîlan didomîne. Ev yek ji bilî mirin û birîndarbûnê, dibe sedema koçberbûna malbatan û qeyranek mirovî ya tevgerên Filistîniyan a li deriyê sînor ê Refahê sînordar dike.
Navenda Nûçeyan- Gel bi dorpêçkirinek giran û sînordarkirinên li deriyê sînor ê Refahê re rû bi rû ye. Dane nîşan didin ku sûcên hêzên Îsraîlê tevî ketina qonaxa duyemîn a agirbestê jî kêm nebûne. Bi vî awayî, Xeza him mîna sembola trajediyê û him jî berxwedanê dimîne.
Hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomînin. Îro di nava êrîşên hewayî û wêrankirina berfireh de, wêrankirina avahiyek niştecihbûnê ya li navenda bajarê Xan Yûnis ê başûr derket pêş. Di encama vê êrîşê de Filistîniyek birîndar kir û bi dehan malbat bêmal man.
Hêzên Îsraîlê agirbesta 10’ê Cotmeha 2025’an binpê kirin û taxên rojhilatê ya Xan Yûnis û li Refahê bombebaran kir. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihand ku bi sedan mirî û birîndar heye û Îsraîlê ji nîvê zêdetir zîvalê kontrol dike.
Ji Deriyê Refahê tenê hejmareke sînorkirî Filistîniyan (nexweş, jin û zarok) dikarin bikevin û derkevin û bi deh hezaran birîndar li benda dermankirinê ne. Rêxistinên navneteweyî, hewl didin ku tehliyeyê ewle bikin. Hêzên Îsraîlê di qonaxa duyemîn de bi sedan binpêkirin ên mîna gulebarankirin, ketina hundir û hilweşandina avahiyên sivîl pêkanînin û herî zêde zarok û jin ji vê yekê bandor bûn.
Li Şerîaya Rojava di meha Çileyê de nêzîkî 700 Filistînî hatine koçberkirin; ev yek ji Şerê Xezayê û vir ve rêjeya herî bilind e. Niştecîhan bi piştgiriya hêz û rayedarên Îsraîlê, tundî û çavtirsandinê bikar tînin. Li aliyê din Fîloya Berxwedana Cîhanî di 5’ê Sibatê de li Xezayê operasyona alîkariyê ya herî mezin a dîrokê ku zêdetirî 100 keştî û karwanên bejahî ku alîkariya bijîşkî û xurekê hildigrin da destpêkirin. Ev yek armanca dike ku dorpêçê bişkîne.