Li Xezayê bi fîlm û anîmasyonan li ser pirsgirêkên civakî perwerde hat dayîn
Ji aliyê Weqfa Rojên Şanoyê ve bi fîlm û anîmasyonan li ser pirsgirêkên civakî perwerde hat dîtin û ev perwerde hewl dide ku jêhatîbûna jinam bi fêrbûna karanîna teknîkên çêtirîn pêş bixe.

NAGHAM KARAJEH
Gaza - Di çarçoveya projeya "Ciwanên Hêz, Afirîner û Bibandor" de, Weqfa Rojên Şanoyê li ser pêşxistina jêhatîbûna jinan û ronîkirina pirsgirêkên girîng ên civakê xebitî.
Ji bo ciwanan li Weqfê, ji bo ronîkirina çîrok û mijarên civakî, bi şêweyekî hunerî der barê çêkirina fîlmên anîmasyonî yên bi teknîka stop-motion de qursek perwerdehiyê hat li dar xistin.
Rahêner Hanîn Karaz destnîşan kir ku armanca kursa 8 rojan ew e ku perwerdekar û hîndekar karibin bi metodên sabit di bernameya Stop Motion de fîlmekî kartonî çêkin û jêhatiya nivîsandina çîrokekê, derhêneriya wê û xêzkirina çîrokekê fêrî wan bike.
Hanîn Karaz diyar kir ku ev bername ji erkên hînkirina çêkirina karakterên karton, xêzkirina paşxaneyên guncav ji bo fîlmên karton û fêrbûna bingehên anîmasyonê ji eslê xwe, lez û pêkanîna tevgerê zêdetir pêşkêşî wan dike. Û wan perwerde dike ku li ser bernameya Stop Motion bi hemî taybetmendiyên wê yên avahîsaziyê bixebitin da fîlmkartonek anîmasyon biafirînin.
Hanîn Karaz destnîşan kir ku piraniya koma beşdar keç in, şarezayên wan ên hunerî hene û bi rêya vê bernameyê dikarîbûn jêhatiya xwe ragihînin û bi tiştekî sade yên dîtbarî û dengî xêz bikin. Hanîn Karaz wiha got: "Keçikek heye ku mamosteya pola seretayî ye ku bi riya bernameyê karîbû fîlmek anîmasyonek çêbike ku li ser jimareyên dîjîtal ji bo zarokan diaxive, û keçek din ku jêhatiya wê di xêzkirinê de heye, dîmenek anîmasyonê li ser çawaniya destpêkirinê çêkir."