Navenda Nûçeyan – Şerê li Zîvala Xezayê, bi êrîşên hewayî yên Îsraîlê û operasyonên leşkerî yên ku xalên cuda yên herêmê hedef digre re dibe sedema zêdebûa mirina mirovan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, îro ragihand ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve di şerê Xezayê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 73 hezar û 118’an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 615. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li deverên cuda yên Xezayê didomin.
Di rojek de gelek Filistînî hatin kuştin
Wezaretê, ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 8 cenaze û 17 birîndaran rakirine nexweşxaneyên li Xezayê û hê jî gelek kesên din di bin kavilan de ne. Her wiha hat ragihandin ku ji dema peymana agirbestê ketiye meriyetê heta niha hezar û 92 kes jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 507 kes jî birîndar bûne û 799 cenaze jî ji kavilan hatine derxistin.
Heyva Sor a Filistînê, bi koordînasyona Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re, ji bo tehliyekirina nexweş û birîndaran ji Xezayê ya bi riya deriyê sînor ê Refahê operasyonek nû da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de 36 nexweş û 57 refaqatvan ji bo domandina dermankirina xwe ji Xezayê hatin derxistin.
Ev pêşketinên li qadê, bi gera nû ya danûstandinan a bi navbeynkar û aliyên pêwendîdar re li Qahîreya Misrê hatiye destpêkirin re hevdem didome. Di danûstandinan de mayîndebûna agirbestê û derbasbûna xala din a peymanê tê nîqaş kirin. Tê hêvîkirin ku danûstandinan aloziyan kêm bike û şert û mercên mirovî yên xirab a li Xezayê baş bike.




