Di roja 9’emîn a êrîşên li ser Îranê de gelek bajar hatin armancgirtin
Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku roja 9’emîn a êrîşên li dijî Îranê bi dawî bû. Di êrîşên şeva borî de gelek bajar û saziyên leşkerî û sivîl bûne armanc.
Navenda Nûçeyan – Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM), îro, ragihand ku roja 9’emîn a êrîşên DYE’e li dijî Îranê bi dawî bûye. Di heman demê de, derbarê teqîn û aktîvbûna bergiriya asîmanî de li parêzgehên Hormuzgan, Buşehr, Xuzîstan û Azerbaycana Rojhilat rapor hatine weşandin.
Di êrîşên şeva borî yên artêşa Emerîkayê yên li ser Îranê de, bajarên Deşta Azadegan, Tebrîz, Bandar Abbas, Çabahar, Mahşahr, Sîrîk, Konarak, Bandar Jask, Xormûj, Xurremabad û Bandar Xumeymî bûn armanca êrîşên asîmanî. Heta niha tu raporek fermî derbarê rêjeya zirar û qurbaniyên muhtemel ên van êrîşan de nehatiye weşandin. Dîsa jî, raporên ku nehatine piştrastkirin behsa kuştina leşkerekî û birîndarbûna çend kesên din di êrîşa li ser baregeheke leşkerî ya Tebrîzê de dikin.
Kampa Togaya 81’ê ya Zêrî ya artêşa Komara Îslamî li Kirmanşanê bû armanca êrîşên êvara borî, lê heta niha tu rapor derbarê rêjeya qurbanî an zirarên ku gihîştine vê kampê de nehatiye weşandin.
Xizmetên sivîl bûne armanca êrîşan
Medyaya Îranê ragihand ku di êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê de, armancên sivîl, pir, rêyên pêwendiyê û saziyên şêrînkirina avê jî bûne armanc. Dîsa jî, Wezîrê Hêzê bal kişand ser berdewamiya xizmetên av û elektrîkê li parêzgehên başûrê welat û ragihand ku hemû saziyên şêrînkirina avê aktîf in û tu giravên welat rastî kêmbûna avê nehatine.