Li Xezayê rojnamegerek din jiyana xwe ji dest da

Di êrişa artêşa Îsrailê ya li ser Zîvala Xezayê de rojnamegerek din jî jiyana xwe ji dest da. Hejmara rojnamegerên ku li herêmê jiyana xwe ji dest dane bû 141.

Navenda Nûçeyan- Êrişên artêşa Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bênavber berdewam dikin. Xebatkarê Ajansa Nûçeyan ya el-An a Filistînê Muhammed Bisam el-Cemel, di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê li ser maleke li Refahê de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Zîvala Xezayê hejmara rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bû 141. Ofîsa Medyayê di daxuyaniya ku berê dabû de, diyar kir ku Îsraîl li Xezayê rojnamegeran ji bo bêdengkirina dengê Filistinê, veşartina rastiyan, astengkirina xwegihandina agahî û nûçeyan bi zanebûn qetil dike.