Li Urdûnê du zarokên keç ji aliyê bavên xwe ve hatin qetilkirin!

Polîtîkayên şer, pevçûn û aloziyê yê li tevahî cîhanê dimeşe, mîna polîtîkayên qetilkirina jinan û her cûre tûndiya li ser hebûn û nasnameya jinan vediguhere. Li Urdûnê dû zarokên keç ji aliyê bavên xwe ve bi awayekê hovane hatin qetilkirin!

Navenda Nûçeyan – Bi polîtîkayên şer û pevçûnên ku li tevahî cîhanê tê meşandin ve girêdayî kûştin, destirêjî û tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Kesên ku dibin kujerê jinan jî di bin rûpêşa ‘bav, bira, mêrê ku pê re zewicî, xizm’ de dibe feraseta mêr-dewletê ku hebûna xwe li ser tûnekirina hebûn û nasnameya jinan daye avakirin.

Bûyerekê din a qetilkirina jinan ku êdî pîvanan nas nake ji Ûrdûnê hat. Mêrekî destpêkê bi darekê li dû zarokên xwe yên keç da, piştre wan li derdora mala xwe bin ax kir!

Li gor agahiyên hatine bidestxistin dayîka zarokan di 3’ê Tirmehê de çûye Ewlekariya Giştî ya Ûrdûnê û da zanîn ku jiyana her çar zarokên wê di xeteriyê de ne.

Li Ûrdûnê qetilkirina jinan zêde dibe

Li gor daneyên Midûriyeta Navenda Tir a Edlî ya Netewî ya Ûrdûnê sala berê bi şêweyên cûr be cûr 103 kûştinên jinan hatiye jiyîn, 167 jin jî ber bi xwekuştinê ve hatiye birin û jiyana xwe jidest dane.