Li Ummanê ji 400 zêdetir jin bûne qûrbaniyên bazirganiya mirovan
Li gorî raporeke nû li Ummanê 400 jinên ku ji bo debara xwe li malan xebitîne, bûne qurbanên bazirganên mirovan.

Navenda Nûçeyan - Saziya bi navê Do Bold ku destekê dide karkerên penaber raporek weşand. Di raporê de derket holê ku li Ummanê 400 jinên ku wekî karkerên malan xebitîne ji Sîerra Leoneyê hatine û bûne qurbanên bazirganên mirovan. Bi raporê derket holê ku jin hem bi zorê hatine xebitandin, hem jî bi awayê sîstematîk rastî tacîzê hatine.
Li gorî raporê, gelek jinên ku bi sozên kar hatine xapandin, bi saetên xebatê, astengkirina tevgerê û cudakariyê re rûbirû mane. Ji sisê yekê van jinan jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Li gorî rapora Do Boldê li Ummanê nêzî 158 hezar û 537 penaberên karkerên malan hene û ew kes zêdetir bi zorê tên xebitandin, pereyek kêm digrin û hem rastî îstîsmara fizîkî hem binpêkirina mafên mirovî tên.
Rapor, nîşan dide ku jinên ji Sierra Leoneyê tên, li Ummanê dikevin kemînê û tu mekanîzmayek ku bikaribin gilî bikin tune ye loma jî tu tedbîr ji bo wan nayê girtin. Karkerên malan ji bo ku ji mercên xebatê yên dermirovî birevin divê pere bidin wisa dest ji kar berdin. Li welat ji bo karbidestan zêdetir raye hene loma jî karker nikarin tiştek bikin.
Hefteyek bê nan û av ma
Li Ummanê ji ber astengiyên li ser saziyên civaka sivîl, ji bo karkerên malan destek kêm e û dema ku karkerên malan li karê xwe gazin dikin, rewşa wan nebaştir dibe. Di rapora Do Bold de jina bi navê Marîama ku pê re hevdîtin hatiye kirin, gotiye ku dema xwestiye vegere Sîerra Leoneyê, kesê ku wê girtibû kar lê da ye û dûre jî hefteyk tî û birçî di odeyek de derî li ser girtiye.
Fatmata, jî ji Do Boldê re dibêje ku li mala lê xebitiye odeya razanê nedanê, neçar maye li navderê rakeve, wekî din jî rastî gelek kiryarên dermirovî hatiye, dema ku gazin ji vê yekê kiriye ji sedî çil mehaneya wê hatiye birîn.
Jin tên xapandin
Gelek jinên ji Sierra Leone bi soza ku dê li DYA yan jî Kraliyeta Hevgirtî werin xebitandin, tên xapandin. Yek ji wan jî Aisha ye. Dibêje ku jê re gotine dê li Iraqê li malek bixebite lê di sala 2921’ê de wê birine Ummanê her wiha bi qasî ku gotine 300 dolar kêmtir pere danê û rojê 18 saet hatiye xebitandin.
Di raporê de Do Bold bang li hikûmeta Ummanê dike ku bazirganiya mirovan bişopîne û destûr bide ku karkerên li malan li mafên xwe bigerin.
Sierra Leone bi navê xwe yê fermî Komara Leone Sierra, welatek li başûr û rojhilatê Afrîqayê ye.