JINNEWS: Di Îlonê de 19 jin hatin qetilkirin jê mirina 21 jinan bi guman e

Li gorî çeteleya meha Îlonê ya JINNEWS’ê li Bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê 19 jin û zarokek hatin qetilkirin. Mirina 21 jinan û zarokekê jî bi guman e.

Navenda Nûçeyan – Di encama polîtîkayên zayendperest, pratîka bêcezahiştinê ya darazê de jin bi awayek sîstematîk tên qetilkirin. Li Tirkiye û Kurdistanê, jin herî zêde li malên xwe û ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Jin tevî hemû zext û tundiyê jî dest ji têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê bernadin.

Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê ji çapemeniyê berhev kirine, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di meha Îlonê de 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, 21 jinan û zarokek jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Gumanbar ên herî nêz in

Li gorî daneyan, jin ji aliyê mêrê herî nêzî xwe ve hatine qetilkirin. 3 jin  ji aliyê mêrê ku pê re di asta herberdanê de, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikin, jinek ji aliyê xezûr ve, 3 jin ji aliyê hevjîn ve, 2 jin ji aliyê mêrên jê veqetiyane ve, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê neviyê xwe ve, jinek ji aliyê cîranê xwe ve û jinek jî ji aliyê kesekî ku nêzîkatiya wî nayê zanîn ve hat qetilkirin.

Li gorî bajaran

Li Enqereyê 3, li Afyonê 3, li Îzmîrê 1, li Kocaeliyê 3 li Antalyayê 1, li Denizliyê 2, li Osmaniyê 1, li Muglayê 1, li Samsurê 1, li Zonguldakê 1 û li Dîlokê jî jinek hat qetilkirin.