Navenda Nûçeyan- Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî ' ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir berdewam dike. Alîkarê Rektorê ya Zanîngeha Tahranê ragihandin ku piştî 21'ê Adarê Newrozê ku destpêka salnameya Îranê û roja yekem a sala nû ye, dê perwerdehiyê ji dûr dest pê bike. Xwendekaran ragihandin ku ev biryara li dijî tepisandina serhildananê hat girtin, qebûl nakin.
Xwendekarên yûrda Fatemiyeh û Chamran ya Zanîngeha Tahranê li dijî dîjîtalkirina dersan ya piştî betlaneya Newrozê û girtina yûrdan çalakiyên protesto pêkanîn. Xwendekaran diyar kirin ku dê heta ku daxwazên wan bên qebûl kirin çalakiyên xwe bidomînin.



