Li Suweydayê 9’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman destpê kir
Bajarê Suweydayê bi tevlêbûna temaşevanên mezin, 9’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman da destpêkirin. Armanca mîhrîcanê ew e ku piştgiriyê bide jêhatiyên ciwanan û rola sînemaya serbixwe di çareserkirina pirsgirêkên civakî de xurt bike.
ROŞÊL CONYOR
Suweyda – 9’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Suweydayê, di çapa xwe ya nû de bi eleqeyeke mezin a raya giştî dest pê kir. Armanc dike ku jêhatiyên sînemayî yên nû nîşan bide. Her wiha balê bikşîne ser pirsgirêkên civakî yên girîng.
Mîhrîcan, duh êvarê bi hevkariya Komeleya Dostên Muzîkê destpê kir. Di mîhrîcanê de performanseke muzîkê ji aliyê koroya jinan a “Eqad Lolo” ve hat pêşkêşkirin. Vê performansê aliyekî hunerî yê cihêreng li vekirina festîfalê zêde kir, dewlemend kir û xwesteka organîzatoran nîşan da ku ezmûnek çandî ya berfireh pêşkêş bikin.
Mîhrîcana ku dê heta 2’yê Îlonê bidome, ji aliyê Weqfa Hilberîna Fîlmên Neteweyî, Weqfa "Ana Morphic Film", Komeleya Dostên Muzîkê û Rêxistina Cizoor ve bi hev re tê organîzekirin.
Mîhrîcaneke ku sînorên erdnîgarî derbas dike
Ebîr El-Bidêş diyar kir ku ev Mîhrîcan ne tenê girêdayî gelê Suweydayê ye, di heman demê de pêşniyarên ji gelek welatên Ereb jî qebûl dike, ku ev yek gihîştina wê ya herêmî ya berfireh nîşan dide. Her wiha Ebîr destnîşan kir ku bi sedan fîlm hatine pêşkêşkirin, ku ev yek prestîja Mîhrîcanê ya salên berê û cihêrengiya panelên juriyê nîşan dide, ku di nav wan de kesayetên xwedî ezmûn ên ji pîşesaziya fîlman jî hebûn.
Rêveberiya Mîhrîcanê tekez kir ku tevî şert û mercên dijwar israra wan a li ser berdewamiya rêxistinê, piştgiriyeke ji bo tevgera çandî ya li Suweydayê pêk tîne û wiha domand: “Ji bo ciwanan hewîrdorekî ji bo raman û ezmûnên xwe bi zimanê fîlmê îfade bikin û bînin ziman, peyda dike.”
Nûnerek ji Kompaniya Piştgiriya Teknîkî û Hunerî ya "Ana Morphic" diyar kir ku amadekariyên Mîhrîcanê rastî gelek tengasiyan hatiye û ev agahî dan: “Bi taybetî jî, di warê reklamên Mîhrîcanê û guhertinên cih de tangasî hebûn. Rêxistina Cizoor bi lidarxistina çalakiya li baregeha xwe, bêyî ku di bernameya nîşandanê an fîlmên beşdar de tu guhertinek bike, beşdarî derbaskirina van astengiyan bûye.”
Di roja yekem ya Mîhrîcanê de gelek kes amade bûn û fîlman temaşe kirin. Ev yek pabendbûna niştecihên Suweydayê bi bûyerên çandî û hunerî re, ya tevî şert û mercên aborî û civakî, nîşan dide. Her wiha nûnera komapaniyayê piştrast kir ku bajar di warên lîstikvanî, derhênerî û nivîsandina senaryoyan de navendek ji bo înîsiyatîfên ciwanan dimîne.
Siya jiyanê: Çîroka ciwanên ku bi krîzê re rûbirû ne
Di nav berhemên beşdar de, fîlma ‘Siya Jiyanê’ derdikeve pêş. Ev berhem, rastiya jin û xortên ciwan di nava ronahiya krîzê û zehmetiya dîtina kar de vedibêje. Tevî ku bi çavkaniyên sînorkirî hatiye çêkirin jî, fîlm peyamek mirovî ya zelal dihewîne.
Dayîkek ku yek ji beşdarên fîliman e, Wefaa Selam e. Wê anî ziman ku ew bi Mîhrîcanê û beşdariya temaşevanan serbilind e û wiha got: “Ez bawer dikim ku fîlm beşek ji êşa ku xelkê Suweydayê kişandiye bi serkeftî vedibêje û dengekî ciwan pêşkêş dike. Hêvîdar im ku hem li hundir û hem jî li derveyî Sûriyeyê bighîje temaşevaniyekî berfireh.”
Hebûna berbiçav a pirsgirêkên jinan
Endama koroyê Manar Naîm piştrast kir ku beşdariya wê ya di Mîhrîcanê de ezmûnek bêhempa bûye û hestên xwe wiha anîn ziman: “Hevgirtina formên hunerî yên cihêreng di bûyerekî yekane de, şiyana hunerê ya di warê ragihandina bi bandor a peyamên mirovî de nîşan dide. Pirsgirêkên jinan di fîlman de bi xurtî tên temsîlkirin, bi taybetî li ser tundiya li dijî jin û zarokan disekinin. Fîlmekî ku xwe dispêre dîmenan, bêdengiyê û muzîkê, bandorekî kûr a hestyarî li ser temaşevan hiştiye bêyî ku pêdiviya wî bi diyalogên dirêj hebe.”
Mîhrîcana Kurtefîlman a Suwedayê ji bo jêhatiyên ciwan platformeke girîng peyda dike da ku karên xwe nîşan bidin, ezmûnên xwe parve bikin û bi zimanê sînemayê pirsgirêkên civakî û mirovî çareser bikin. Ev yek di demekê de tê kugelekî pêwîstiya Suwedayê bi çalakiyên çandî heye ku hebûna hunerê xurt bikin û derfetên îfade û afirîneriyê bidin ciwanan.