Li Sûriyeyê qurbaniyên bermahiyên şer zêde dibin
Xaka Sûriyeyê bandora hilweşîner ya pevçûnên bi çek ku bi salan dom dike dijî. Li gorî belgeyên SOHR, ji ketina rejîma baas heta niha herî kêm 789 sivîl, di nav de jin û zarok encama bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di şertên mirovî yên trajîk ku welat têdeye, mirina bi sedan sivîl, piranî zarok belge kir. Diyar kir ku ev yek di demek ku derbarê hewldanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê de nezelalî heye, di heman demê de hejmara qurbaniyên şer roj bi roj zêde dibe.
SOHR di rapora ku îro weşandî de piştrast kir ku bermahiyên şer, di nav de mayîn û teqemeniyên neteqiyayî, hê ji bo welatiyên li herêmên pevçûnên tund diqewimin de dijîn xeterek çêdikin. Di raporê de hat destnîşankirin ku hejmara sivîln jiyana xwe ji dest didin zêde dibe, di nava kesên jiyana xwe ji dest dayî de hejmarek zêde zarok û jinan hene, ev jî kûrahiya krîza mirovî û trajediya didome radixe ber çavan.
Di nava du salan de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane
Di raporê de hate diyarkirin ku hejmara kesên ku di navbera salên 2024’an û destpêka 2026’an bi sedan kes di encama teqînan de jiyana xwe ji dest dane, ev jî piştrast dike ku şer ji bo gelek sivîlan hê bi dawî nebûye.
SHOR di rapora xwe de ragihand ku ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve 789 sivîl, di nav de 236 zarok û 54 jin, di encama bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 110 kes ji destpêka sala 2026’an ve di encama teqîna tişt, materyal û cebilxaneyên bermahiyên şer de hate belge kirin, di nav wan de 32 zarok û 7 jin hene. Di sala 2025’an de 599 sivîl, di nav de 192 zarok û 41 jin, jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku ji hilweşîna rejîmê di 8’ê Kanûna 2024’an de heta dawiya salê, 80 sivîl di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest dane, di nav wan de 12 zarok û 6 jin hene.
Di raporê de hate îfadekirin ku ev dane pêwîstiya lezgîn a pêkanîna bernameyên rakirina mayîn û teqemeniyên neteqiyayî, xurtkirina tedbîrên pêşîlêgirtinê ji bo parastina sivîlan, û zêdekirina hişmendiya civaka herêmî li ser xetereyên van materyalan nîşan dide.