Li Sûriyeyê di 72 saetan de 13 kes mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di 72 saetên dawî de li seranserê welat jin û zarok jî di nav de 13 kes mirine. Ev mirinan, ji ber kuştinên bêserûber, bermayiyên şer û pirsgirêkên ewlehiyê hatin jiyîn.
Navenda Nûçeyan – Tundî û aloziya ewlehiyê ya li seranserê Sûriyeyê didomîn, dibin sedema mirina sivîlan. Nebûna ewlehiyê, belavbûna bêkontrol a çekan û bermayiyên şer, gefên li ser gel zêde dikin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di 72 saetên borî de di bûyerên cuda yên li çend bajarên Sûriyeyê de jin û zarok jî di nav de 13 kes mirine. Hate ragihandin ku ev mirin ji ber kuştin, binpêkirinên ewlehiyê û bermayiyên şer pêk hatine.
Tenê sivîl berdêla aloziyê û nebûna serweriya yasayê didin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku ev windahiyên berdewam careke din nîşan didin ku tenê sivîl berdêla aloziyê û nebûna serweriya yasayê didin û da zanîn ne kontrolkirina çekên bêkontrol û nekarîna paqijkirina bermayiyên kujer ên şer ên, gefê li malbatan dixo û vê rewşê hêj girantir dike.
Banga avakirina mekanîzmayên berbiçav
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji ber zêdebûna binpêkirinan û hejmara miriyan, carek din bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku bi lezgînî destwerdanê bikin. SOHR’ê, daxwaz kir ku ji bo parastina sivîlan, paqijkirina bermayiyên şer û mayînan, parastina jiyanê ya bi taybetî ya zarokan û bidawîanîna aloziya ewlehiyê û belavbûna çekên takekesî, mekanîzmayên berbiçav werin avakirin.