Li Sûdanê xala veguhestina sivîlan hate bombebaran kirin: 80 kes mirin
Di du êrîşên ku li dijî xala ku ji aliyê sivîlan ve ji bo mîsogerkirina pêdiviyên rojane û çûnûhatina di navbera herêman de dihat bikaranîn hate kirin de, bi giştî 80 kes hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan - Di êrîşa balafira bêmirov a li dijî rawestgeheke veguhastina giştî ya li eyaleta Kordofana Rojava ya Sûdanê, 80 kes hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê ya ajansa nûçeyan a Fransî (AFP), êrîş li herêma Dibaybê pêk hat.
Hevbendiya Tesîs, îdia kir ku artêşa Sûdanê li pişt vê êrîşê ye û êrîş xalekî ku ji aliyê sivîlan ve ji bo veguhastinê û vegera gundên xwe dihat bikaranîn, pêkhat. Çavkaniyeke bijîşkî ya li Nexweşxaneya Muceldê, ragihand ku di encama bombebaranê de 80 kes hatine kuştin.
Heman cih du caran hate bomberbaran kirin
Şahidên bûyerê, ragihandin ku balafira bêmirov heman cih du caran bombebaran kiriye û di navbera her du êrîşan de nêzî deh deqîqe derbas bûye. Li gorî çavkaniya bijîşkî, 47 kesên birîndar anîne nexweşxaneyê û ji wan 30 kes ji ber birînên xwe mirine.
Ev êrîşa dawî, li xala ku sivîl ji bo pêdiviyên xwe yên rojane û çûnûhatina di navbera herêman de bi kar danîn, pêkhat. Li gorî daxuyaniya "Hevbendiya Tesis", êrîşên balafirên bêmirov heta bajarokê Muceldê jî belav bûn. Hate ragihandin ku di êrîşeke cuda ya balafira bêmirov de 4 kes birîndar bûne.