Li Sûdanê pergala tenduristiyê hildiweşe
Li paytexta Sûdan Hartumê, li gel belavbûna nexweşiyan, têkildarî rewşa tenduristiyê fikar zêde bûne. Sendîkayên Bijîşkên Sûdanê, diyar kirin ku bajar di rewşa şewbê de derbas dibe.

Navenda Nûçeyan – Di siya şerê ji Nîsana 2023’an heta niha didome de, rayedarên Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê hişyarî dan ku ger şewb bi fermî neyê naskirin, wê encamên giran bi xwe re bîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li welatê ku şertê jiyanê xirab bûye de, gel westayî û bê hal e, rêjeya mirinê jî her ku diçe zêde dibe.
‘Rewş xeter e’
Sendîkayê kêmaniya rêveberiya Wezareta Tenduristiyê ya di krîzê de rexne kir. Di danezana 29’ê Îlonê weşandî de ev tişt got: “Li welat nexweşiyên vedir di asta şewbê de belav dibe, bi taybet li eyaletên Hartum û Cezîre em çavdêr dikin ku rewş gelek xeter e. Di heman demê de li eyaleta Darfur û Kassala bûyerên kolera bi lez zêde dibe.”
‘Pergala tenduristiyê hilweşiya’
Di danezanê de wiha hate gotin: “Pergala tenduristiyê bi temamî hilweşiyaye, pergalek netewî ku şewban û nexweşiyan bi şopîne nîne, ji ber wê Wezraeta Tenduristiyê ne dikare îstatîstîkên tam derbarê asta şewbê de pêşkêş bike, ne ji bi awayek aktîf têbikoşe.” Hate destnîşan kirin ku hemû nîşane îşaret bi krîzek mezin a tenduristî û mirovî dike.
Sendîka daxwaz kir divê rewş bi fermî wek şewbê were îlankirin, Rêxistina Tenduristiyên Cîhanê daxuyanî bidin, saziyênnavnetewî bikeve nava tevgerê û kampanyayek acîl bidin destpêkirin û protokolên pêwîst ên tedawiyê pêk bînin.
Li aliyê din di rapora ku profesorên Sûdanî û Koordînasyona Sendîkayan weşandî de, hate diyar kirin qada tenduristiyên hilweşînek ku wek wê nehatî dîtin dijî. Li gorî raporê, nêzî ji sedî 80 nexweşxaneyan ji xizmetê derketine, zêdeyî ji sedî 70’ê bijîşk, hemşîre û personelên tenduristiyê neçar mane koç bikin.