Li Stenbolê ji ber govenda Kurdî 11 kes hatin girtin

Bi hinceta ku di dawetên dîrok û cihên wan cuda yên Stenbolê de li ber stranên kurdî govend gerandine, 18 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatine binçavkirin 11 jê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Duh li navçeyên Bagcilar, Esenyurt, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 18 kes hatin binçavkirin. Welatî bi hinceta ku di dawetên dîrokên cuda de li ber stranên kurdî govend gerandine hatin binçavkirin. Welatiyên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihatin ragirtin  sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeya li dozgeriyê, welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê, 7 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 11 kesên din jî bi heman îdiayê hatin girtin.