Li Stenbolê bi dehan kesên ku beşdarî meşê bûn, hatin binçavkirin

Di encama êrişa polîsan a li ser Meşa Gemlikê ya li Kadikoyê ji 70 zêdetir kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de gelek siyasetmedar jî hene. Li Bursayê dû rojnamegerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Stanbol – Li Stenbolê duho meşa ku bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîtê, ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlikê ve dimeşin”  rastî astengiyê hat. Polîsan êriş bir ser çalakgerên ku li Kadikoyê kom bûn û ji 70 zêdetir kesan jî binçav kir.

Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Parêzerên ku ji bo dîtina muvekkîlên xwe çûn Midûriyeta Emniyetê negirtin hindûr. Parêzeran destnîşan kirin ku kesên hatine binçavkirin bi awayekê kelemçekirî birine Midûriyeta Emniyetê.

Ji kesên ku hatine binçavkirin yên navên wan hate zanîn wiha ne:

Hevberdevka HDK Esengul Demîr, Hevseroka ESP Ozlem Gumuştaş, Hevserokên Stenbolê yên HDP Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, Hevseroka Stenbolê ya SYKP Ronî Goner, Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugûl Çubuk, Hevberdevka BMG Muruvet Kuçuk û Nezîr Altintaş, Elîf Bulut, Pinar Turk, Erhan Bayrak, Halis Bingol, Elif Yildiz, Evren Talu, Mehmet Masyan, Aslan Demir, Deniz Aktaş, Aygul Sincar, Sedat Şenoglu, Ezgi Gurbuz, İsmail Temel, Koray Turkay, Birgül İrin, Aydın Koçuk, Eylem Çelik, Rıdvan Karataş, Ali İpekli, Unal Yusufoglu, Ali Emre Ecer, Esra Uşudur, Suavi Bayrak, Beyza Karayel,  Remzi Akbulut, Sinem Yildirim, Demet Guluş, Ferhat Yildirim, Ali Menteşagu, Mehmet Nuri Candan, Songül Alagoz, Ensar Açık, Salih Oner, Mesut Tagu, Mehmet Çelebi, Nevzat Yeziz, Hilal Başak, Hacer Yaşar, Gulden Dogan, Çigdem Kılıçgun Uçar, Hayrettin Baydar ve Orhan Uzuner.”

BURSA

Muxabîrê Ajansa Mezopotamya Ergîn Çaglar û mûxabîrê JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn ên meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat lidarxistin dişopandin li Bursayê hatibûn binçavkirin. Rojnamevanên ku birin midûriyeta Emniyetê ya Bursayê seatên şev piştî îfadeyê hatin berdan. Hat zanîn ku dû kesên din ên di heman çalakiyê de hatbûn binçavkirin piştî îfadeyan hatine berdan.