UNICEF: Li Somaliyê ji serê salê ve 730 zarok jiyana xwe ji dest dan

Li Somaliyê ji ber ziwabûn û xelayê bi sedan zarokan jiyana xwe ji dest dan; jiyana 1,5 milyon zarokan di xetereyê de ye.

Navenda Nûçeyan- Neteweyên Yekbûyî (NY) li navendên xwedîbûn yên li Somaliyê xizmetê dide ji zarokên ku nexweşiyên bi xwedîbûn akût ên giran û şewbê ketine re. Hat ragihandin ku li Somaliyê hişyariya giran a xelayê dihat kirin tenê di navbera Çile-Tîrmehê de 730 zarokên ku li navendên xwedîbûn dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Nûnera Somalî ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Wafaa Saeed, bal kişand ku bûyerên mirina ku nehatiye raporkirin hene û diyar kir dibe ku ev hejmar gelek zêdetir be. Her wiha diyar kir ku ji pêvajoya pirsgirêka birçîbûn û xurekê dest pê kiriye nexweşiyên şewbê jî bi heman rêjeyê zêde dibin.

1.5 milyon zarok nikarin xwedî bibin

Wefaa Saeeed diyar kir ku li welat xwedîbûna netêrker gihîşt asteke ku nehatiye dîtin, bi bîr xist ku di salên 2011 û 2017'an de bi du hişkesaliyên mezin re rû bi rû mane û got ku divê demildest xebatên alîkariyê bên zêdekirin. Nûner destnîşan kir ku hema nîvê zarokên di bin pênc salî de ango 1,5 milyon zarok di bin xetera bi xwedîbûn akût ên netêrker de ne. Tê diyarkirin ku ji van zarokan 385 hezar ji ber xureka giran a akûtê pêwîstiya wan bi dermankirinê heye.

Ji bo rewşa lezgîn li benda alîkariyê ne

Li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), ji sedî 80’ê Somaliyî bi ziwabûna dijwar re têdikoşin. Hikûmeta Somaliyê di 23'ê Mijdara 2021'ê de ji ber ziwabûnê li seranserê welat "rewşa lezgîn" ragihandibû. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo qeyrana mirovî ya li Somaliyê ji civaka navneteweyî re banga alîkariya lezgîn  kiribû