Li Sine dibistan hatin girtin

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e, li gel vê dibistanên seranserî bajarê Sine hatin girtin.

Navenda Nûçeyan - Îro danê siharê ragihandinan belav kirin ku dibistanên li seranserî bajarê Sine ji ber nerazîbûnên xwepêşandanan hatine girtin.

Her wiha duh ji ber daxwaza çalakvan û rêxistinên sivîl, çalakî li giştî Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin li darxistin. Li hinek cihan hêzên ewlekariyê êrîşî xwepêşanderan kirin û ji ber van êrîşan 5 kes li Sine û bajarên din yên Rojhilat hatin kuştin.

Ji destpêka xwepêşandanan heta niha, zêdeyî dû hezar kes li bajarê Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin û di nava wan de zêdeyî 100 jinên çalakvan hene.