Li Silêmaniyê pêşangeha hunerê jinan

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, li bajarê Silêmaniyê ji bo wenesazên jin pêşangehek huerî hat vekirin.

Navenda Nûçeyan - Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê re jinên Başûrê Kudistanê jî di nava çalakiyan dene û duh starta 8’ê Aadarê aşkere kiribûn. Di çarçoveya çalakiyên xwe de bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ li hola Tewerî ya Silêmaniyê, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê û Rêxistina Niwêger ya Geşepêdana Hunerî pêşangehek a hunerê jinan  hate vekirin.10 jin bi 26 tabloyên cûda tevlî pêşangehê bûn û wê pêşangeh heya êvarî ji temaşevanan re vekirî bimîn e.