Li Silêmaniyê ji bo Nagîhan Akarsel konê sersaxiyê hate danîn
Li Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a hat qetilkirin, konê sersaxiyê hate danîn.

Silêmaniye - Li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a hat qetilkirin, konê sersaxiyê hate danîn.
Nûnerên saziyên jinan û gelek kes li konê sersaxiyê serdana malbat û xizmên Nagîhan Akarsel kirin û sersaxî xwestin. Di konê sersaxiyê de quncika ku ji bo Nagîhan Akarsel hat amadekirin, li ber wêneyên wê gul hatin dayîn.
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên a li vir axivî, bal kişand ser qetilkirina jinên Kurd û got ku divê tola jinên tên qetilkirin bê hilgirtin. Her wiha Tara Husên balkişand li ser girîngiya piştevaniya jinan.
Endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî jî bal kişand ser zêdebûna cînayetên jinan ya li Herêma Kurdistanê û qetilkirina hevrêyên wan Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel û got: “Êrîş ne tenê ser hevala me Nagîhan Akarsel bû, êrîş li ser hemû jinan e. Bi vê qetlîamê re li dîroka Başûrê Kurdistanê re lekeyek din a reş hat lêdan.”