Li Silêmaniyê ‘Bajarê pirtûkan’ hate vekirin

Di nava bazara bajarê Silêmanî de, ji aliyê beşek ji navendên çap û belavkirinê ve, kafeya pirtûkên hevbeş a bi navê ‘Bajarê Pirtûkan’ bi amadebûna kesayetên navdar, rewşenbîr, xwendekaran û beşek ji dezgehên ragihandinê hat vekirin.

Silêmanî – ‘Bajarê pirtûkan’ projeyek rewşenbîrî û çandî ye. Ji aliyê beşek ji dezgehên çap û belavkirinê ve bi armanca ku hemû berhemên nehatine weşandin li yek cihî bên komkirin û di heman demê de li darxistina panel û semîner û cihên bênhdanê, di 28’ê Kanûnê de di nava bazara Silêmanî de kafeyek hat vekirin.

Merasîma vekirinê bi amadebûna parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, nivîskar û kesayetên navdar, li bajarê Silêmaniyê pêk hat.

Endama koma ‘Bajarê pirtûkan’ Dîdar Şehla wiha got: “Projeya ‘Bajarê pirtûkan’ bi mebesta ku tevahî pirtûkên nehatine weşandin li cihek bên komkirin û bi destê xwendevanan bikeve, ji bo di demek kin de bikarin xwe bighînin, di heman demê de pêşkêşkirina qada bêhndanê, ji bo ciwanan çalakiyên rewşenbîrî û çandî lidar bixe û avakirina platformek ku nivîsek û xwendevanan bîne ba hev e.”

‘Ev der tevahiya rojê vekirî ye’

Dîdar Şehla da zanîn ku ev cih ji saet 10’ê sibehê heta 10’ê şevê ji bo xwendevanan vekirî ye û wê di demên pêş de çalakiyên cûr be cûr pêşkêşî xwendevanan bikin. Dîdar Şehla wiha got: “Ev cih ne tenê ji bo kirîn û firotinê ye, bi mebesta bilindkirina asta rewşenbîrî ye û xwendina pirtûkan bibe perçeyek çanda rojane. Em bawer in ku ev projeya bi armanca xwendina pirtûkan hatiye vekirin wê bighê asta pêşketî.”