Li ser gorên berxwedanvanên Berxwedana Serdemê find hatin vêxistin

Bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk li ser bajarê Efrînê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li ser gorên berxwedanvanên Berxwedana Serdemê find vêxistin.

Şehba – Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi rasthatina salvegera 4'emîn a êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê despêkê daxuyanî dan, paşê jî çun ser goristana şehîdan a nvçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê û find vêxistin. Daxuyanî li ser navê Malbatên Şehîdan ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Eliye Ebdo ve hate xwendin.
Daxuyanî wihaye: "Dewleta tirk a dagirker bi gefê û êrîş, îzolekirin û dorpêçkirinê nikare me ji doza me bike. Bi komên xwe yên çete ve hemû deverên me yên dîrokî talan kirin. Armanca wan guharina demografiyaya herêmê ye, ji bo vê bibin serî her roj mirovan qetil dikin. Em weke malbat û Meclîsa malbatên Şehîdan, hemû binpêkirinên sûcên şer û kiryarên terorîst ên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û alîkarên wê ve li dijî herêmên me pêk tên bi tundî şermezar dikin. Em bêdengiya navneteweyî jî  weke hevkariya dewleta tirk dibînin. Emê li hemberî wan serî nedanin û ji doza xwe ya mafdar gav paşde navêjin.”
Çalakî bi vêxistina mûman li ser gorên pekrewanên Berxwedana Serdemê û bi berizkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”,”Jin jiyana azadî”û”Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.