Li ser gorên Şehîdê Helepçe mum hatin pêxistin

Şeva borî Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê şehîdên kimyabaran Helepçe bi bîr anîn û li ser gorên şehîdan mum pêxstin.

Helepçe- Li Helepçe Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi boneya 34’emîn salvegera kimyabarana Helepçe bi pêxistina muman li ser gorên şehîdan şehîdên kîmyabarana Helepçe bi bîranîn.

Çalakvana bajarê Helepçe Kelsum Hesên têkildarî çalakiyê got: “Ez destpêkê hemî şehîdên Helepçe bi bîr tînim. Ez di wê hêviyê deme ku ciwanên me bi ruhê welatparêziyê xwedî li şehedîdan derkevin, xak û welatê xwe bi parêzin.”