Li Semsûrê xebatkarên tendirustiyê hatin bibîranîn

Rêxistinên tendirûstiyê li Semsûrê hatin ba hev, endamên tendirustiyê yên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û peyam dan ku dê ji bo pergala tendirutiya civakî û giştî îsrar bikin.

Semsûr- Bi boneya 14’ê Adarê cejna tibê, li Semsûrê li ber kuleya saetê daxuyanî hat dayîn. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci û endamên konseya navendî, rêveberên Odeyên Bijîşkan ên Mêrdîn, Amed, Manîsa û Îzmîrê gelek endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Em ê ji bo pergala tendirustiya civakî bi îsrar bin’

Daxuyanî ji aliyê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkan Şebnem Kurur Fîncancî ve hat dayîn. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku ew ê nehêlin pergala tenduristiyê di bin kavilan de bimîne û ji bo civakparêziyê israr bikin û wiha hat got: “Tiştên ku ev bi salan e me digotin bi şewbê ber bi çav bûn. Me serî netewand em ê netewînin. Me careke din dît ku xebatkarên tendirustiyê bi tena serê xwe hatine hiştin.”

 ‘Ji ber bêtedbîriya desthilatdariyê me bi deh hezaran mirovên xwe winda kir’

Şebnem Kurur Fîncanci, bal kişand ku  rewşên şîn û karesetên awarte erka civakiye diyar dikin û got ku ji bo vê yekê tu amadekarî nehatiye kirin û hemû hewldanên ji bo jiyanê bêencam mane û wiha got: “Ji ber xemsariya hikumetê û Wezareta Tenduristiyê ya ku ev bi salan e guh nedan gotinên me, me bi deh hezaran mirovên xwe winda kirin. Îro em di vê 14’ê Adarê de di şînê de ne.”

Piştî daxuyaniyê bijîşkan û kedkarên tenduristiyê qurnefîl danîn ber kûleya saetê.