Li Rojhilat û Îranê di nav 2 rojan 6 jin hat qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêrsa jinan a li dijî qetilkirina Jîna Emînî didome. Piştî 40 rojiya Jîna Emînî heya niha di nav 2 rojan de 6 jê jin gelek kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêrsa jinan a li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve didome. Serhildanên gel ê bi pêşengiya jinan piştî çilrojiya Jîna Emînî berdewam dikin, di nav 2 rojên dawî ya piştî çilrojiya Jîna Emînî de 6 jê jin gelek kes ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn.

 Rojekê piştî ku xwepêşandanên 40’emîn roja qetilkirina Jîna Emînî li bajarê Mehabadê belav bû, di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 2 jin jiyana xwe ji dest dan. 

Li bajarê Sine jina ciwan a bi navê Tada Sarina El-Saîdî rastî tundiya hêzên ewlehiyê hat û di encamê de bi giranî birîndar bû. Tada Sarîna El-Saîdî ku rakirin Nexweşxaneya Sine El-Tewhîdê jiyana xwe ji dest da. 

Li navçeya Kasr Şîrînê hêzên Îranê gule li 2 jinên ku heta niha nasnameya wan nehatiye zelalkirin qetil kirin. 

Hemşîreya Nexweşxaneya Reştê Maîde Cevanfer a 28 salî rastî êrîşa hêzên Besîc hat. Cenazeyê hemşîreya jiyana xwe ji dest da radestî malbatê nehat kirin.