Hewlêr - Li gorî Saziya Parastina Şaristaniya Hewlêrê, ji berî çend kêliyan li bajarokê Daretû ya Hewlêrê agir bi wargehek koçberên Efrînê ya Rojevayê Kurdistanê ket. Di şewatê de 8 konên koçberan şewitîn. Têkildarî sedema derketina şewatê ti agahî nehatine dayîn.
Hêjayî bi bîrxistineye berî çend rojan li Wargeha Şarya ya li Dihokê jî şewat derket û di şewatê de 400 konên koçberên Ezidî şewitîn.




