Li Qamişlo û Tiltemirê cejna Ekîto hat pîrozkirin

Îro li Qamişlo û Heseke cejna Ekîto ku wek cejna zayînî û nûbûna xwezayê tê dîtin hat pîrozkirin. Gelê Suryan, Aşûr û Kildan li gundê girêdayî Qamişlo Girê Şêran û li Tiltemirê gundê Erbûşê gelek çalakiyên çandî û hunerî lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Gelê Suryan, Aşûr û Kildan îro cejna Ekîto li bajarê Qamişlo, navçeyaTil Temirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kirin. Sersala Babilî- Ekîto yek ji girîngtirîn cejnên Beth-Nehreyn tê hesibandin û li gorî salnameya Akadî di 21’ê Adar, 1 Nîsanê dest pê dike. Di dîroka kevnar a gelê Beth-Nehreyn de xweza û buhar bi nirx e, ji ber vê yekê girêdana wan a xwezayê jî heye, ku Akitu weke cejna zayînê û nûbûna bi xwezayê re tê dîtin. Bi dehan kes bi cil û bergên xwe yê filiklorî ên neteweyî berê xwe dan qada pîrozbahiyê. 

Qamişlo

Îro li gundê Girê Şêran a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi dehan ji gelê Suryan,Aşûr û Kildan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, Cejna Ekîto hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan, gelek çalakiyên çandî û hunerî ji aliyê koma Ornîna ya Rêxitina Asûrî û koma Komeleya Çandî ya Suryanî hatin pêşkêşkirin.

Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.

Til Temir

Li Heseke cejna Ekîto hate pîrozkirin, bi beşdariya dehan Aşûrî ,Suryanî û Kildaniyan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi nûnertiya Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rûksen Mihemed her wiha Hêzên Ewlekariya Hundurîn û partiyên Kurd jî di pîrozbahiyê de amade bûn.

Bi dirûşmeya "Yek gel dest bi dest em bişirînê vegerînin Xabûr" de bi pêşkêşkirina derbasbûna padîşah Şamîram a Aşûrî ji qesrê re, ku wekî çandekî Aşûrî yê kevn e bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.

YPJ: Tovên têkoşîna me tabloya cûda a netewan û balkêşiya wê ye

Piştre namaye pîrozbahiyê ji aliyê Fermandariya YPJ'ê ve hatibû şandin hat xwendin, di nameyê de cejna Ekîto hat pîroz kirin û wiha hate gotin: “Di 1’ê Nîsanê de ango sersala Aşûrî di nav de gelek wateyên berxwedan û têkoşîna li hember koletî û sîstemên desthilatdar digre nava xwe. Ji bo ku gel bi gelek netew û ol û mezhebên xwe bihevre bijîn û tabloyeke cûda û balkêş li ser vê axê bide me wekî Yekîneyên Parastina Jin YPJ gelek têkoşiyan û têdikoşin jî. Tovên ku li ser vê erdîngariyê encam dan ew bû yekîtiya me li hember yên ku dixwazin xeteriyê li ser gelê me bidin çêkirin e. Careke din sersala gelên ku daxwaza aştî, azadî û wekheviyê dikin pîroz be."

Ji bo kirîza siyasî û aborî li welat, banga her alî hat kirin

Her wiha Hevseroka Partiya Sûriya Demokratîk Madlên Xemîs axivî û wiha got: “Rûxmî êrişên qirkirinê, dîlgirtin, koçberkirin û siyasetên înkarkirinê em bi baweriya doza xwe, têkoşîn û berxwedana xwe didomînin. Em bi cejna Ekîto nirxên xwe ji rabirdûya gelê me heta pêşeroja wê bi derbasbûna wê ya dema niha de diparêzin û bibîrtînin. Ruxmî hewldanên tunekirina me ji koka me de, dizîna dîrok û serwerkirina axa me û binpêkirina nasnameya me ya Aşûrî a netewî, lê belê gelê me bi îsrar e ku li ser axa xwe bimîne û berxwedana xwe li hember dagirkeran bidomîne. Welatê me îro bi kirîzên siyasî û aborî re rûbirû dimîne, ji vir daxwaza me ji her alî ewe ku çareseriyên siyasî ên bi encam pêşkêş bikin, nakokiyên heyî çareser bikin û li gorî berjewendiyên netewan tevbigerin.”

Bernameya pîrozbahiyê bi pêşkêşkirina Koma Hekarî a Folklora Aşûrî û hûnermendên Aşûrî  û xwendina pîrozbahiyan bi dawî bû.