Li Qamişlo pêşengeha pirtûk rehjena jiyanê ye

Bi dirûşmeya “Pirtûk rehjena jiyanê ye” 5’emîn pêşengeha pirtûkan a şehîd Hererkol li Qamişlo despêkir.

 
Qamişlo - Bi armanca bîranîna salvegera şehadeta têkoşer Hisên Çawîş (Herekol) bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5’emîn pêşengeha pirtûkan a şehîd Hererkol bi dirûşmeya “Pirtûk rehjena jiyanê ye” hate li darxistin. Pêşengeh li navenda Mihemed şêxo ya çand û hunera bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna endamên partiyên siyasî, endamên Rêveberiya Xweser, gelek nivîskar, rewşenbîr û helbesvan hate çêkirin.  Pêşengeh dê ji 28’ê Tîrmehê heya 5’ê tebaxê dewam bike û wê çalakiyên çandî, hizrî,wêjeyî, îmzekirina pirtûkan, semîner têde werin li darxistin. Her wiha dê dergehê pêşengehê ji 10’ê sibehê heta 10’ê êvarê vekirî bimîne. Di pêşengehê dê 130 hezar pirtûk bi zimanê erebî, kurdî, farisî, tirkî, ingilîzî û firansî dê werin pêşkêşkirin. 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Cîgira Desteya Çand û Huner a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen axaftina vekirinê kir.
“Pirtûk hilgirê raman, hişyarî û çandê ye”
Ronahî vekirina pêşengehê li tevahî beşdarvana pîroz kir û wiha got: “Her sal ev pêşengeh ji bo bîranîna şehadeta têkoşer, nivîskar û wêjevan Hisên Çawîş tê li daxistin. Pirtûk hilgirê raman, hişyarî û çandê ye, ew berhema pêvajoya çêkirina çandê ye.  Em bi hêvîne em demên xweş û xebatekî serkeftî di vê pêşengehê de derbas bikin.”
Paşê dayika şehîd Herekol Xedîca Xelîl bi xêrhatina hemû mêvanan kir û hezkirina şehîd Herekol  ji pirtûkan re ya ji zaroktiyê de anî ziman û wiha got: “şehîd Herekol ne tene kurê min e, Herekol kurê vî welatî bû.  Hîn ji zaroktiya xwe de ji nivîsandinê hezdikir û bi derketin rojê re diçû nav dehlan û ji xwe re dinivîsand.  Di dilê xwe de eşqeke mezin ji xwendinê re dihewand, em ji bo domandina xeta wî dilsozin.” 
“44 weşanxane beşdarî pêşengehê bûne”
Hevseroka Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê Rewda Hesen der barê pêşengeha 5’emîn nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: “Îro em 5’emîn pêşengeha pirtûkan a şehîd Herekol li dar dixin.  Weşanxane û çapxaneyên ku beşdarî pêşengehê bûne bi giştî 44 in û ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûne. Armanca me ji vê pêşengehê ew e ku em karîbin derfetekê ji gelê xwe re peşkeş bikin û pirtûkên ku nû çap bûne bixin weşanê de.”
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Anehîta Sîno ku bi du pirtûkan beşdarî pêşengehê bûye da zanîn ku ev pêşengeh derfeteke pir baş bû û wiha nêrîna xwe bi mere parve kir: “Weke em dibînin ev pêşengeh bûye mîna çandekê, her kes li benda vê pêşengehê dimîne. Di cîhanê de tora civakî pir pêş ketiye heta ku gihaye talankirina rihê xwendinê, ji bo wê jî pêşengehên bi vî rengî gaveke pîroz e ji bo vegerandina çanda xwendinê. Bi rastî em gihane asteke ku çanda xwendinê tê helandin,em hêvîdarin civaka me di giraniya vê rewşê de be û çanda xwe ji helandinê biparêzi.” 
Pêşengeh didom…